Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî bi Boneya Roja Bîranînê Tevgereke Bêhtir ya Rêwîtîyê Dikin


Amerîkî destpêka Roja Bîranîna ku bi navê Memorial Day tê nasîn bi riya serdana kes û nasên xwe pîroz dikine û hewl didine ku xwe ji bendên dijî koronayê rizgar bikin piştî bêhtirî salekê ji pandemiyê da ku ji nû ve hest bi jiyaneke normal bikin.

Memorial Day ew roja rêzgirtinê ye ji bo Amerîkîyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan, û ew her wiha detpêkeke ne fermî ya havînê ye û demeke ku xelk tê de rêwîtîyê dikin û serdana parkan û cihê geştîyarî û qeraxên derya û golan dikin.

Amerîkî çaverêne ku her tişt normal bibe û edî karibin vegerin rotîna berî koronayê.

Wezîrê ewlehîya niştimanî Alejandro Mayorkas handerîya Amerîkîyan kir ku dawîya vê hefteyê li firokxaneyan bi sebir bin.

Wî roja Înê ji kenala ABC re got ku wê hejmareke mezin ya xelkê dawîya vê hefteyê rêwîtîyê bikin û dê qerbalix hebe.

Roja Pênşemê bêhtirî 1.8 milyon kes di forkxaneyan re derbas bûn û pêşbîne ku di dawîya hefteyê de ev hejmar zêdetir bibe.

Mayorkas bi bîra xelkê anî ku bikaranîna maskan li firokxaneyan û di nava firokan de hîn li dar e.

XS
SM
MD
LG