Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Sizayan Datîne Ser Pênc Piştevanên el Qayde li Tirkîyê


Avahîya Wezareta Xezîneya Amerîkî.
Avahîya Wezareta Xezîneya Amerîkî.

Wezareta Xezîneya Amerîkî roja Pêncşemê embargo danî ser pênc piştevanên koma el Qayde ya terorîst ku li Tirkîyê dixebitin. Her pênc kes alîkarîya diravî û xizmetên rêwîtîyê pêşkêşî el Qayîde dikirin.

Berpirsa Ofîsa Kontrolkirina Sermîyanên Bîyanî li nav wezareta xexîneyê Andrea M. Gacki di daxuanîyekê de got ku ev ceza pêgirîya bêhempa ya Amerîka jibo qutkirina piştgirîya diravî bo el Qayde nîşan dide.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî di tweetekê de derbarê van sizayan got ku “emê bi berdewamî wan kesan bikin armanc, ewên ku hewil didin zîyanê bigihînin Amerîka, hevwelatîyên me û berjewendîyên me.”

Pênc kesên ku ketine ber sizayên hikûmeta Amerîkî ev in:

Mejdî Salim

Salim parêzarekî li Misirê ji dayîk bûye û li Tirkîyê dijî. Ew yek ji alîgirên sereke ye di çalakîyên el Qayde li Tirkîyê de, di nav de jî wekî şandîyê diravî li tevneya el Qayde li Tirkîyê xebitîye. Salim emîrê berê yê rêxistina Cîhada Îslamî ya Misirî ye.

Mihemed Nesredîn el Xazlanî

El Xazlanî jî hevwelatîyekî Misirî ye û alîgerekî dêrîn yê el Qayde ye. Wî li Tirkîyê pere veguhestî bikar tanî da ku piştgirîya el Qayde bike. El Qayde kesên wekî Mihemed el Xazlanî bikar tîne da ku pereyan bigihînin malbatên endamên zindankirî yên el Qayde.

Nurettin Muslihan

Muslihan hevwelatîyekî Tirk e ku ew jî wekî alîgirekî el Qayde tê naskirin. Wî peywendî ligel rêbertîya bilind ya el Qayde hebû. Muslihan peywendîya rasterast ligel tundrêyên el Qayde durist kirîye, wekî Abu Xeyrî el Mesrî, rêberekî el Qayde ku nuha mirî ye û li Sûrîyê çalak bû.

Cebrayîl Guzel

Guzel hevwelatîyekî Tirk e ku wekî alîgerekî el Qayde kar dikir û piştgirî dida Nurettin Muslihan, wekî beşek ji hewildanên Muslihan bo piştgirîya el Qayde. Wekî mînak, Guzel bi Suslihan re kar dikir da ku peywendîyê bi rêberê el Qayde li Sûrîyê Abu Xeyrî el Mesrî re bikin.

SONER GURLEYEN

Gurleyen hevwelatîyekî Tirk e û kesekî tundrê ligel el Qayde ye. Wî alîkarîya daye tundrêyekî din yê el Qayde ji bo alîkarîya wî ya seferê bike.

XS
SM
MD
LG