Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Axaftina Trump li dor Vayrusa Korona Amerîka Bendên Hatûçûnê Disepîne


Amerîka rêwîtiya bo Îranê qedexe kir û huşdariyên rêwîtiya bo Îtalya û Korya Başûr zêde kirin wek bersiv ji belavbûna vayrusa korona re.

Cîgirê serok Mike Pence ev qedexe û huşdarî ragihandin di demekê de ku Trump got 22 kes nexweş ketine û renge ev hejmar bilind bibe.

Lê Trump welatiyên Amerîkî han dan ku jiyana xwe ya rojane têk nebin û got ti sedem nînin ku ew xwe bitirsînin.

Wî da zanîn ku ew bi xwe jî rotîna xwe ya rojana naguhêre û got:

“Hun behsa dora 22 kesan dikin di vî welatê mezin û berfeh de. Ez bawerim wê rewşa me gelekî baş be.”

XS
SM
MD
LG