Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îranê Pêşniyarek ji bo Daxwazên Amerîkayê Pêşkêş Kiriye

U.S. President Trump participates in a healthcare affordability event at the White House in Washington
U.S. President Trump participates in a healthcare affordability event at the White House in Washington

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê ji ajansa Reutersê re got ku Komara Îslamî dixwaze pêşniyarekê bike ku daxwazên Amerîkayê bicîh bîne.

Trump bi rêya telefonê ji Reutersê re got, "Ew pêşniyarekê dikin û divê em bibînin ka çi ye."

Wî red kir ku bêje pêşniyar dê çi di nav xwe de bigire, lê tekez kir ku her peymanek divê radestkirina uranyoma dewlemendkirî û azadîya transîta petrolê di Tengava Hormuzê de di nav xwe de vehewîne.

Nûnerên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner dê roja Şemîyê biçin Îslamabadê da ku bi şandeyeke Îranî re hevdîtinan bikin.

Rayedarên Amerîkî dibêjin ku bingeha serkirdayetîya Komara Îslamî pêwîstî bi çaksazîyê heye.

Serokê Amerîkayê li ser pirsa ka alîyê ku Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê pê re danûstandinan dikekî ye, bersiv da û got: "Em naxwazin li ser vê yekê biaxivin, lê em bi kesên berpirsiyar re diaxivin."

Wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqçî, roja Înê gihîşte Îslamabadê, lê berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di postekê de li ser platforma X’ê nivîsand: "Ti hevdîtinek di navbera [Komara Îslamî ya Îranê] û Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê de [li Pakistanê] nehatiye plankirin."

Trump tekez kir ku artêşa Amerîkî dixwaze dorpêçê bidomîne heta ku ew bi rejîma Îranê re lihevkirinekê dike.

Li gorî Reutersê, dema ku ji wî hat pirsîn ka ji bo rakirina dorpêçê çi hewce ye, Trump got, "Divê em bibînin ka ew çi pêşkêş dikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG