Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piranîya Amerîkîyan Dixwazin Trump Ji Ser Desthilatê Bê Rakirin


Li gor rapirsîyeke Reuters/Ipsos, 57% ji Amerîkîyan dixwazin serokê Komarî Donald Trump di zûtirîn dem de ji ser desthilatê bê rakirin, piştî wî hunderîya xwepêşandanan kir ku di encamê de xwepêşanderan êrîşî kongresê kir.

Piranîya kesên ku ev daxwaz kirinî Demokrat bûn û Komarî jî bêhtir piştgirîya wê yekê dikin ku Trump çend rojên xwe yên mayî, ku roja 20 Çile bi dawî tê, bimîne serok.

Rapirsîya giştî ya nerînan, ku rojên Pêncşem û Înê bûbûn, her wiha diyar kir ku 7 kes ji nav 10 kesên ku dengên xwe dabûn Trump li dijî kiryarên êrîşkerên kongresê rawestîyan.

Nêzîkî 70% ji kesên ku nerîna wan hatî wergirtin, got ew li dijî kiryarên Trump in berî êrîşa roja Çerşemê ne. Rija Çerşemê demekê berî êrîşa ser kongresê, Trump ji alîgirên re got ku ber bi kongresê ve biçin.

Rûdana li kongresê, ku di encamê de efserekî polîs û çar kesên din hatin kuştin, bi awayekî berferh ji alîyê Demokrat û Komarîyan ve hate şermezarkirin.

Endamên Demokrat ên encûmena niwêneran plan dikine ku roja Duşemê darêjtineke yasayî li dijî Trump pêşkêş bikin ku renge bihêle impîşkirina duyem di derheqê Trump vebe, li gor hin çavkanîyên nêzîkî rewşê.

Seroka Encûmena Niwêneran Nancy Pelosi di daxuyanîyekê de got ku eger sereok Trump bi awayekê xwebexş posta serokayetîyê bicî nehêle, dê kongrês ber bi impîçkirinê de biçe.

XS
SM
MD
LG