Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Rûsya di Têkdana Jîngeha Sîyasî ya Amerîka de Gelek Serkeftî Bûye


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump Yekşemê got ku ew bawer dike Rûsya bi awayek berfireh di têkdana jîngeha sîyasî ya Amerîka de serkeftî bûye.

Wî got Rûsya serkeftî bûye li ber lêkolînên ku bi mehane ser destêverdana wê di hilbijartinên 2016'an de birêve diçin.

“Armanca Rûsya bû ku nakokî, têkdan û alozîyê bixe nav Amerîka. Bi wan hemî komîteyên guhdarîkirinê û lêkolînan, ew ji astê xeyal dikirin pirtir, serkeftî bûne,” Trump got.

Wî got, “ew niha li Moskow têr pê dikenin. Zîrek be Amerîka!”

Serok Trump herwiha rexne li rawêjkarê xwe yê ewlekariya nîştimanî, McMaster girt.

"Wî ji bîr kir bêje ku encamên hilbijartinên serokatîya Amerîka di sala 2016'an de neketin ber bandora Rûsyan û nehatin guhertin.”

McMaster roja Şemê gotibû ku belgeyên zelal ser destêverdana Rûsan di wê hilbijartênê de hene.

Rojekê berî gotinên McMaster, 13 hemwelatî û sê kompanîyayên Rûsî ser destêverdan di hilbijartinên 2016'an de hatin tometbar kirin.

XS
SM
MD
LG