Balyozxaneya Amerîkayê li Tirkîyê îro ragihand ku asta Hişyarîya rêwîtîyê ji bo Başûrê Rojhilatê Tirkiyê hatîye bilindkirin bo asta 4'an.
Asta 4'an a hişyarîya rêwîstîyê tê wate ku rêwîtî qet nebin.
Balyozxaneyê li ser rûpela xwe Facebookê got,” Hişyariya Rêwîtîyê ji bo Başûrê Rojhilatê Tirkîyê gihîştîye Asta 4 - Neçin. Hişyariya rêwîtîyêji bo Tirkîyê di Asta 2'an de dimîne - Hişyariya Zêdekirî Bikin.”
Balyozcxaneyê got,”di asta hişyarîyê an nîşanên metirsîyê ji bo Tirkîyê de ti guhertin çênebûne. Lêbelê, herêma metirsîya zêde li Başûrê Rojhilatê Tirkîyê di hişyariya rêwîtîyê de hat nûkirin da ku guhertinên di operasyonên erkên Amerîkî de nîşan bide.”
“Ji bo Serok Trump, Wezîrê Derve Rubio û tevahîya Wezareta Derve tiştekî girîngtir ji ewlehîya welatîyên Amerîkî tune ye,” Balyozxaneyê got.
Di 9'ê Adara 2026'an de, Wezareta Derve ferman da karmendên hikûmeta Amerîkayê yên ne-awarte û endamên malbatên karmendên hikûmeta Amerîkayê ku ji ber hişyarîyeke zêde ji Qunsilxaneya Giştî ya Adanayê derkevin.