Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pêwendîyên Amerîka û Tirkîyê di Dema Seroktîya Joe Biden de


Di çarçoweya serdana xwe de bo Broksilê û hejmarek welatên Rojhilata Navîn, Wendy Sherman, cîgira wezîrê derve yê Amerîka serdana Tirkîyê dike û bi berpirsên hikûmetê û çalakvanên civaka sivîl re kom dibe.

Ew di serdana xwe de mijar û pirsgirên ku cihê xemê ne gotûbêj dike.

Roja Şemîyê jî wezîrê derve Antony Blinken di pêwendîyeke telefonî de li gel hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu behsa giringîya hevrêzîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de kir li dor gelek welatan, di nav de jî Sûrîyê û Afghanistanê.

Ev liv û tevgerên dîplomatîk dibin di demekê de ku pêwendîyên Amerîka û Tirkîyê di qonaxeke hestdar re derbas dibine û nakokîyên wan li dor hejmarek mijar hene.

Di nav wan mijaran de, kirîna Tirkiyê ya sîstema berevanîya mûşekan a Rûsî S-400 ku Amerîka wê red dike û Tirkîyê jî rijd e proseya kirînê temam bike.

Meha Borî Blinken huşdarî dabû ku dê Tirkîyê rastî cezayan bibe eger ew hin çekên din ên Rûsî vehewîne.

Serdana Sherman dikare çi pêşketinan qezenc bike û berê pêwendîyên Amerîka û Tirkîyê di dema serokayetîya Joe Biden de li ku ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Bayrem Bozyel, cîgirê serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê ku li Tirkîyê dimîne û Mehfûz Yildiz, şîrovekarê sîyasî ku li Holenda dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 5/25/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG