Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind a Amerîka Êrîşa Dijî Serkeftina Biden Red Dike


Dadgeha Bilind a Amerîka roja Înê dozeke wîlayeta Texas a jinavbirinba encamên hilbijartinên serokayetîyê yên meha Mijdarê, red kir.

Doza Texasê, li dijî encamên çar wîlayetan bû ku tê de Joe Biden li beramber Trump biser ket.

Di biryara xwe ya kurt de, Dadgeha Bilind got Texasê desthilat nîne ku dozê li dijî Georgia, Michigan, Pennsylvania û Wisconsinê rake, û got wê “ ti berjewedîyeke dadwerî nîşan nedaye li dor şêwazê rêvebirina hilbijartinan li wîlayetên din.”

Biryarê got ku “hemî pêşniyarên din hatin redkirin ji ber ku ew cihê gotûbêjan in.”

Doza ku hevalbendê Trump ê komarî û dadwerê giştî yê Texasê Ken Paxton, bi piştgirîya hin dadwerên din ê komarî û 126 endamên komarî yên encûmena niwêneran, daxwaz ji Dadgeha Bilind kir ku dengdanan desteya hilbijêran (Electoral College) ragire û rê nede herçar wîlayetên Georgia, Michigan, Pennsylvania û Wisconsinê ku dengên xwe roja Duşemê bidin.

Di daxuyanîyekê de Paxton got,” cihê maixabinîyê ye ku Dadgeha Bilind biryar da ku vê dozê wernegire û destûrbûna têkçûna van çar wîlayetan di pêgirîya bi yaseya fedralî ya hilbijartinan de, destnîşan neke.”

Serok Trump, ku li dirêjîya çend rojan fişar dabû ser Dadgeha Bilind da “serkeftinê” bide wî, di Twîtekê de şeva borî nerazîbûna xwe ji biryara dadgeha bilind anî ziman û got:” Dadgeha Bilind em daxistin. Ne Hişmendî, Ne wêrekî.”

XS
SM
MD
LG