Amerîka û Brîtanya îro Sêşemê Îran bi fermî tawanbar kir ku muşekên balîstîk yên kurtavêj dişîne Rûsya ku di şerê li Ukraynayê de bixebitîne.
Her du dewlet hişyar da Îranê ku ewê jibo cezakirina alîyên ku di wî karî de cîh girtine, hin gavan bavêjin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi hazirbûna Wezîrê Derve yê Brîtanî David Lammy li Londonê got ku tole wê demeke dereng ya îro Sêşemê were ragihandin.
"Ew muşekên balîstîk gihîştine destê Rûsya û pêkan e ku ewê di nav çend hefteyan de li Ukrayna, dijî Ukraynîyan werin xebitandin. Destxistina muşekên Îranê derfet dide Rûsyayê ku çek û zêdetir cebilxaneya xwe jibo armancên dûrî xeta pêşîn bi kar bîne," Blinken got.
Daxuyanîya Blinken di vê demê de tê ku Blinken û Lammy xwe amade dikin ku roja Çarşemê serdana Ukrayna bikin û bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy û karbidestên din yên payebilind re bicivin.
Blinken û Lammy armanc dikin ku ser bihêzkirina berevanîya Ukrayna gotûbêj bikin, di vê demê de ku Kremlîn hewil dide ku êrîşa surprîzî ya Ukraynî pûç bike ku bi sedan kîlometre ji axa wê ya li herêma Kurskê hinda kirîye.
Karbidestên Ukraynî ji mêjve bang li welatên Rojavayî dikin ku destûr bidin wan ku muşek û çekên din yên pêşketî li nava axa Rûsyayê bi kar bînin.
Serokê Amerîka Joe Biden berî demeke kin destûr dabû Ukrayna ku jibo armancên xweparastinê muşekên Amerîkî ji ser tixubê xwe bavêje hindurê Rûsyayê.
Lê, Washingtonê, bi sedema ku girjî aloztir nebe, bi giştî sînor danabû pêşîya Kîevê ku ji mesafeyên dûr roketan nevêje nava axa Rûsyaye.
Lammy jî got ku ew pir caran dibînin ku Îran muşekên xwe dişîne Rûsyayê û ew jî bê guman alozîyê kûrtir dike.
Amerîka û hevalbendên wê bi mehan e hişyarî didin Îranê ku muşekên balîstîk nede Rûsyayê, Tehran red dike ku ew jibo şerê li Ukraynayê çek dide Rûsyayê.
Herî dawî, rêvebirê CIA William Burns roja Şemîyê li Londonê hişyarî dabû ku pêywendîya berevanî ya hevbeş ya Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur jibo Ukrayna û hevbendên li Rojhilata Navîn gefan çêdike.
Hêjayî balkişandinê ye ku Serokê Amerîka Biden roja Înê li Qesira Sipî mêvandarîya Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer dike rojeva serekî ya hevdîtinê wê piştgirîya parastina Ukrayna be.
Jêder: AP