Amerîka roja Înê alîkariyên leşkerî yên nû ji Ukraynayê re ragihandin û soz da ku têkiliyên Rûsyayê bi Îranê re têk bibe, di demekê de ku nûnerê Brîtanî got Mosko hewla wergirtina bi sedan mûşekên balîstîk dide li beramber piştgirîya bêhempa ya leşkerî û wezîrê Derve yê Australya got ku hikûmet dê cezayên armanckirî li ser Rûsya û Îranê deyne wek bersivek li hember binpêkirinên mafên mirovan.
Li aliyekî din peyvdarê Neteweyên Yekbûyî got ku Belarus roja Înê ji Neteweyên Yekbûyî re gotiye ew ê bêyî şert û merc rê bide derbasbûna genim ji Ukraynayê di nav axa wê re ji bo hinardekirina ji benderên Lîtwanyayê.
Li ser asta leşkerê karbidestên Ukraynî roja Înê got ku hêzên Rûsî tevahiya eniyên şer li herêma Donetsk li rojhilatê Ukrayna topbaran kirin, wek beşek ji tiştê ku xuya dike armanca Kremlînê ya paşvekişanê ye ji bo ewlekirina piraniya axa ku kontrol kiriye.
Parêzgarê herêmê Pavlo Kyrylenko got şerê herî dijwar li nêzîkî bajarokên Bakhmut û Avdiivka bû, û leşkerên Rûsî jî hewl didin ku li nêzîkî Lyman pêşve biçin, ku di meha Mijdarê de ji hêla hêzên Ukraynayê ve hatibû vegerandin.
Fermandariya giştî ya Ukraynayê got ku hêzên wê êrişî çeperên Rûsî û xalên kombûna leşkeran li herî kêm şeş bajarokan li başûrê Ukraynayê kirin. Ajansa Reuters ku ev nûçe ragihand nekarî raportên qada şer piştrast bike.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn roja Înê dubare kir ku Rojava Ukraynayê û gelê wê di şerê bi Rûsyayê re bikar tîne.
Çavkanî: Reuters