Amerîkayê reşnivîsek pêşkêş kir li beramber pêşniyara Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku tê de "piştgiriya agirbesteke demkî li Gazayê di demek zû de" nîşan dide, li gorî nivîsa ku ji aliyê Reuters ve roja Duşemê hatiye dîtin
Washington di hemî tevgerên Neteweyên Yekbûyî yên li ser şerê Îsraîl û Hamas de, ji peyva agirbestê nerazî ye, lê ev reşnivîs zimanê ku serok Joe Biden got wî hefteya borî di axaftinên bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bikar aniye, werdigerîne.
Reşnivîsa Amerîkî her weha "dupat dike ku di şert û mercên niha de êrîşek bejayî ya mezin li ser Refehê dê bibe sedema zirarên zêdetir li sivîlan û koçberbûna wan li welatên cîran."
Îsraîl plan dike ku êrîşî Refehê li başûrê Gazayê bike, cihê ku zêdetirî 1 mîlyon Filistînî lê derbider in, ev yek bû sedema nîgeraniya navneteweyî ku tevgereke bi vî rengî dê krîza mirovî ya li Gazayê bi tundî xirab bike.
Di biryarnameya Amerîkî de tê gotin ku tevgereke bi vî rengî "dê bandorên cidî li ser aştî û ewlekariya navçeyî hebin, û ji ber vê yekê tekez dike ku êrîşeke wiha mezin a bejayî divê di şert û mercên heyî de neyê kirin."
Nehate zanîn ka dê pêşniyara biryarê bikeve dengdanê yan na û kengî.
Amerîka ev reşnivîs pêşkêş kir piştî ku Cezayîrê roja Şemiyê daxwaza dengdanê ji encumenê kir ku roja Sêşemê li ser pirojebiryara xwe, ya ku dê daxwaza agirbesteke mirovî ya bilez di şerê Îsraîl û Hamasê de bike. Balyoza Amerîkî li NY Linda Thomas-Greenfield got ku ew ê veto bike.
Washington bi kevneşopî hevalbenda xwe Îsraîl ji kiryarên NY diparêze û ji 7ê Cotmehê ve du caran biryarên encumenê veto kirine. Lê du caran jî bêalî ma û hişt ku encûmen biryarên ku armanca wan zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo Gazayê ye û banga rawestandinên mirovahî yên bilez û dirêj di şer de bû, bide.
Amerîka, Misir, Îsraîl û Qeter hewl didin ku li ser rawestandina şer û azadkirina dîlên di destê Hamasê de danûstandinan bikin.
Cezayîr berî du hefteyan projebiryareke destpêkê pêşkêş kir. Lê Thomas-Greenfield got ku ew projebiryar dikare "guftûgoyên hestiyar" ên li ser rehîneyan bixe metirsiyê.
Şerê Gazayê dest pê kir dema ku mîlîtanên Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîşî Îsraîlê kirin û li gorî daneyên Îsraîlê 1,200 kes kuştin û 253 dîl girtin. Li hember wê yekê, Îsraîlê êrîşeke leşkerî li ser Gazayê dest pê kiriye ku rayedarên tenduristiyê dibêjin zêdetirî 28,000 Filistînî kuştine û bi hezaran termên din jî di nav wêranbûnê de winda bûne.
Çavkanî: Reuters