Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta WHO li ser Ukraynayê Dibe Cihê Girjiyeka Amerîka û Rûsyayê


Amerîka û Rûsya roja Şemiyê li ser raporteke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya li ser krîza mirovahî ya li Ukraynayê rû bi rû man, di demekê de ku Mosko got ku ew siyasî ye û Waşinton xwest ku ew bi lez were serwextkirin.

Raporta rêvebirê giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus ji desteya rêvebirina rêxistinê re hat pêşkêşkirin ku hem Rûsya û hem jî Amerîka tê de cih digirin.

Ew bûyerên di neh mehên pêşîn ên 2022an de vedihewîne û rewşa Ukrayna, ya ku Rûsya di 24ê Şibatê de dagir kir, wekî yek ji heşt rewşên awarte yên tenduristiya cîhanî ya xerab binav kir.

Di raportê de zêdetirî 14 hezar qurbaniyên sivîl hatine belgekirin, ku 17,7 milyon kes hewcedarî alîkariyên mirovî ne û 7,5 milyon penaberên Ukraynayî li seranserê Ewrupayê koçber bûne. Li gorî raporta WHO, ji 471 êrîşên bi çekên giran ên li ser saziyên tenduristiyê yên li cîhanê, 448 li Ukraynayê pêk hatine.

Nûnerê Rûsyayê yê desteya WHO ev yek wek siyasî û yekalî bi nav kir û dîtinên derbarê Ukraynayê wek tawanbariyên bêbingeh bi nav kirin.

Moskoyê red kir ku wê sivîl li Ukraynayê kirine armanc ji dema ku dest bi operasyoneke leşkerî ya taybet kir, ku bajarên Ukraynayê wêran kirin, bi hezaran şervan kuştin û aboriya cîhanî hejand.

Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Sheba Crocker bang kir ku raport serwext bibe da ku bûyerên li Ukraynayê ji meha Îlonê ve werin belgekirin.

Wê, li gorî daxuyaniyekê ji ofîsa wê, di civîna desteyê de got, "Êrîşên Rûsyayê ... zerareke nedîtî gihandiye sivîlan û jêrxaneyan girîng li Ukraynayê."

Crocker got, "...Ev mirin û wêraniya bêwate bi awayekî hovane tê ser zarokan, kal û pîran û gihîştina lênihêrîna tenduristî bo kesên din yên hejar."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG