Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hember 17 Hemwelatîyên Saudî Biryara Toleyan Dide


Wezareta Xezîne ya Amerîkî ragihand ku jiber rola wan ya di kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî de, dijî 17 hemwelatîyên Erebistana Saudî tole hatin danîn.

Toleyên nû di çarçoveya Qanûna Berpirskirina Mafên Mirovan ya Magnitsky ya Gerdûnî (Global Magnitsky Human Rights Accountability Act) hate dayîn ku kesên ku tawanên cidî yên hember mafên mirovan kirine û tûşî dizî û pere xwarinê bûne, dike armanc.

“Ew kesên ku ketine bin toleyên me, rojnamevanekî ku li Amerîka dijîya û dixebitîya, bi hovane kuştin û divê hesabê wê kiryarê xwe bidin,” Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steve Mnuchin di daxuyanîya nivîskî de got.

Wî bi berdewamî got ku divê hikûmeta Erebistan Saudî gavên pêdivî bavêje ku rikeberên sîyasî û rojnamevan nema werin armanc giritn.

Di nav 17 kesan de Saud al-Qahtanî jî heye ku alîkarekî bilind yê prens Mihemed bîn Salman e û Konsulê Giştî yê Saudî yê li Stenbolê Mihemed Alotaibî jî hene.

XS
SM
MD
LG