Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Qedexeya Rêwîtîyê ya Ser 8 Welatên Afrîqaya Başûr Radike

Dîmeneke ji balafirgeha navneteweyî ya Tambo ya Johannesburg, Başûrê Afrîqayê (Arşîv)
Dîmeneke ji balafirgeha navneteweyî ya Tambo ya Johannesburg, Başûrê Afrîqayê (Arşîv)

Qesra Sipî îro Înîyê ragihand ku Amerîka ewê qedexeyên rêwîtîyê yên ser heşt welatên Afrîqaya Başûr, di şeva sersalê de rabike.

Berdevikê Qesra Sipî Kevin Munoz li ser Twitterê got ku biryar ji hêla Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ve hatiye, pêşnîyar kirin.

Munoz da zanîn ku qedexeyên rêwîtîyê yên demkî, ji zanyaran re dema pêwîst kirî daye ku ser cureya vîrusê ya nû omicron lêkolîn bikin.

Hevdem, wî destnîşan kir ku vaksînên heyî bo sivikkirina bandora omicronê, bi bandor in.

"Qedexeyan dem da me ku em omicronê fam bikin û em dizanin ku vaksînên me yên heyî dijî omicronê dixebitin," Munoz got.

Amerîkayê bi qedexeyên ku di 29'ê Mijdarê de ragihand, armanc kir ku belavbûna cureya omicron ya COVID-19'ê kêm bike.

Hema hema hemî welatiyên ne-Amerîkî yên ku vê dawîyê li Afrîqaya Başûr, Botswana, Zîmbabwe, Namîbya, Lesoto, Eswatînî, Mozambîk û Malawi bûn, jiber qedexayan nikarin werin Amerîkayê.

Omicron niha bi rengekî lezgîn li seranserê Amerîka belav dibe, tevî di nav kesên vaksînkirî de jî, lê piranîya kesên ku jiber pêketina omicron têne rakirinê nexweşxaneyê, kesên ne vaksînkirî ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG