Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Daxuyanîyên Çînê yên Ser Korona Protesto Dike


Wezareta Derve ya Amerîka îro Înê bang li balyozê Çînê yê li Washingtonê Cui Tiankai kir ku daxuyanîyên berdevikê wezareta derve ya Çînê protesto bike.

“Balyozê Çînî, girêdayî şîroveyên berdevikê wezareta derve ya Çînê yên ser COVID-19 hate gazî kirin û Çên hate protesto kirin,” karbidestekî Wezareta Derve, ku nexwest navê wî eşkere be, ji Reutersê re got.

Berdevikê wezareta derve ya Çînê Zhao Lijian do Pêncşemê îdia kiribû ku leşkerîya Amerîkî vîrusa korona anîye bajarê Wuhanê ya Çînê ku korona cara yekê li wê derê derketibû.

XS
SM
MD
LG