Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Kuba bi Temamî Peywendiyên Xwe yên Diplomasî Vedigerînin


Piştî bêtirî 50 salan ji dijminahiyê, Amerîka û Kuba peywendiyên xwe yên diplomatîk bi temamî roja Duşemê vegerandin.

Wezareta Derve ya Amerîka ala welatê Kubayê li nav avahiya xwe li Washington bilind kir. Bi wê yekê jî, ala Kubayî ket nav alên welatên din ku Amerîka peywendiyên diplomasî bi wan re hene.

Nuha êdî balyozxaneya Kuba li Washington heye û balyozxaneya Amerîka jî li Havana heye.

Ev guhertina peywendiyan piştî 54 salan ji nebûna diplomasiyê di navbera herdu welatan de hate holê.

Karbidestên Kubayî, di nav de jî Wezîrê Derve Bruno Rodriguez, îro Duşemê dê beşdarî merasîma vekirina balyozxaneya Kuba li Washington'ê bibin. Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka Roberta Jacobson jî dê beşdarî vê helkeftê bibe.

Vekirina balyozxaneya Amerîkî li Kubayê dê were paşvexistin heta ku Wezîrê Derve John Kerry karibe here wir. Lê balyozxane dê ji nuha de bi temamî karê xwe bike.

XS
SM
MD
LG