Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bombekirina Çekdarên Şîayên Îraqî Red Dike


Koalîsyona navnetewî ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ku Amerîka pêşengîya wê dike, îro Sêşemê red kir ku wê êrîşa li nêzî sînorê Sûrîyê pêk anî, ku bi dehan çekdarên Şîayên Îraqî tê de hatine kuştin.

Koalîsyona navnetewî ku li Îraq û Sûrîyê dijî DAIŞ’ê êrîşên esmanî pêk tîne, îdiayên mîlîsên Şîa red kur û da zanîn ku di wê demê de ti êrîşên esmanî ji hêla wê ce nehatiye kirin.

Berdevkekî hêza Kataib Sayyid el-Şuhada ya bi piştgirîya Îranê îdia kiribû ku di êrîşekê de 36 şervanên wê roja Duşemê hatine kuştin, 75 kesên din jî birîndar bûn û li nexweşxanê têne derman kirin.

"Em artêşa Amerîkî ji wê êrîşê berpirs dibînin ku bi roketên zîrek hate kirin," daxuyanîya Kataib Sayyid el-Şuhada, şeva Duşemê ragihandibû.

Di heman demê de, di daxuyanîyekê de ku ji hêla alîgirên DAIŞ’ê ve dihat parve kirin, dihat gotin ku DAIŞ’ê ew êrîşk pêk anîye û dest danaye ser maşîneyên zirxîn, çek û cebilxane.

Wezareta Berevanî ya Îraqê red kir ku li ser wê mijarê daxuyanîyekê bide.

XS
SM
MD
LG