Bi mîlyonan Amerîkî îro Sêşemê diçin ser sindoqan ku serokê 46’an yê Amerîkî hilbijêrîn.
Bi biryara Kongresa Amerîkî ya 23’ê meha yekê, Rêbendana 1845’an hilbijartina jibo serok û cîgirê serok, Sêşema yekê ya meha yanzdeh, Mijdarê tê kirin.
Di hilbijartinê de serokê niha Donald Trump ji Partîya Komarî, cîgirê serokê berê Joe Biden ji ser navê Partîya Demokrat tev li hilbijartinê dibin.
Dîsa, Howie Hawkins ji lîsta Partîya Kesk û Jo Jorgensen jî ser navê Partîya Libertarian (Azadîxwaz) dikevin hilbijartinê seroktîyê.
Di hilbijartinên îro de herwiha dengder jibo 33 ji 100 kursîyên Civata Senatoran û jibo hilbijartina hemî 435 endamên Civata Nûneran jî dengên xwe didin.
Di hilbijartinên îro de herwiha walîyên 11 eyalet û 2 deverên Amerîkî jî têne hilbijartin û jimareke qanûn jî bo erêkirina hilbijêran re tên pêşkêş kirin.
Jiber pandemîya korona nêzî 100 mîlyon Amerîkî berî roja hilbijartinê, bi rêya postayê û bi rêbaza dengdana pêşdemî dengên xwe bi kar anîn.
Prosesa dengdanê li hîn istana di saet 6’an de û ligelekên din jî di 7’an de destpê kir û heta êvarê dengdan wê bidome.
Hêjayî bêrxistinê ye ku hilbijartina seroktîya Amerîkî her çar salan carekê tê kirin û serokên Amerîkî tenê dikarin du geran wek serok bimînin.