Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Hijmartina Dengan li Eyaletên Girîng Encama Hilbijartina Seroktîya Amerîkî Hîn Ne Zelal E


Serketîyê hilbijartina serokatîya Amerîkayê roja Çarşemê di gumanê de ma jiber ku hijmartina gelek dengên, jiber pandemîya vîrûsa koronayê bi rêya postê hatine dayîn, didome.

Serok Donald Trump û rikeberê Demokrat Joe Biden her du eyaletên ku çaverê bû wergirin bi dest xistin jibo piranîya Desteya Hilbijeran ku biryar didin kî dê bibe serok.

Lê encama pêşbazîyan li eyaletên wek North Carolina, Georgia û Pennsylvania, Michigan, Wisconsin û Arizona nehatin encamdan dema ku karbidestan bi mîlyonan deng jimartin ku hinek roja Sêşemê hatibûn avêtin û gelekên din di nav hefteyên dengdana pêşdem de hatibûn karanîn.

Tevî nezelalîyê, Trump serê Çarşemê li Qesra Spî derket pêş kamerayan da ku ragihîne ku ew baver dike ew serketîye û got ew dê serî li Dadgeha Bilind bide da ku hewil bide jimartin werin rawestandin.

"Ew sextekarîyek mezin e li ser netewa me," "Bi ya min, ez serketî me", Trump got.

Kempeyna Biden gotina serok ya rawestandina jimartina dengan wekî hewildanek "bêşermî" nirxand ku mafên demokratîk yên hemwelatîyên Amerîkî, ku berî Roja Hilbijartinê dengê xwe dayî, ji wan distîne.

Berê, Biden li bajarê xwe Wilmington, Delaware, axaftinek jibo alîgirên xwe kir, da ku spasîyê ji wan bike û bawerîya xwe dîyar bike ku ewê serketî be.

"Gelî hevalan bawerîya xwe bidomînin, emê ser kevin," Biden gote alîgirên hêvîdar li nêzîkî mala xwe li Wilmington, Delaware, dema wan qornên wesayîtan lêdidan.

Lê dema ku jimartina dengan li gelek eyaletên girîng berdevam dikir û ew ket paşî Trump, Biden hişyarî da û got, "Divê em sebir bikin."

Balkêş e ku Trump banga bidawîkirina hilbijartinê kir tevî ku ew di jimartina dengên Desteya Hilbijeran da, 224 (Biden) 213 (Trump), paşîya Biden ma ye. Jibo dewrek nû ya seroktîyê ku di 20ê meha 1ê da destpê dike pewîstî bi piranîyek 270 dengên Desteya Hilbijeran heye ku ji 538 dengan pêk tê.

Trump di rojên paşîn de ji bawermendan re gotibû ku ew ê serfirazîyê ragihîne heke wî hest kir ku "li pêş e".

"Ez baver dikim tiştek pir xirab e dema ku piştî hilbijartinan deng bihên berhev kirin," wî roja Yekşemê gote nûçegihanan. "Ez baver dikim ku ew tiştek pir xirab e dema ku destûr dihê dayîn bo eyaletan ku jibo demek dirêj piştî hilbijartinê dengan nîşan bidin."

Cîgirê Serok Mike Pence got ku Komarî bi biryar in ku "dengan biparêzin" lê wî wekî Trump negot ku ew serketine.

Demokrat di rê de bûn, wekî ku dihate çaverê kirin, ku piranîya kontrola xwe ya Civata Nûneran bidomînin. Lê kontrola berdewam ya Komarîyan ya Senatoyê nedîyar bû jiber ku encama çend hilbijartinên Senatoyê li seranserê welatî bi zelalî nedîyar e.

Senatorê Komarî yê Kentucky Mitch McConnell, serokê piranîya Senatoyê, dewra xweya heftemîn ya şeş-salî bi dest xist.

Li gor lêpirsîna derketina Hilbijeran ya Lêkolîna Edison, Trump ji bilî kesên spî, digel her nijad û zayendê rewşa xwe baştir kir, beramberî helwesta wî ya sala 2016an dema ku wî Hillary Clintona Demokrat têk birî.

FBI got ku ew lêpirsînê dikin ser raporên telefonên ji robotan hatî ku mirov ji dengadanê dilşikestî dikin. Lê li ser sindoqan wekî ku hinek ditirsîyan ti nîşanên pevçûnek mezin nebûn.

Rêveberê Ewlehîya Navxweyî Chad Wolf roja Sêşemê gote nûçegihanan ku "tu nîşan" nîn e ku "aktorek biyanî" bi serketî destêwerdana hilbijartinê kiribe.

Bi deh mîlyonan mirov li seranserê welatî di rêzê de sekinîbûn da ku dengên xwe bidin di Roja Hilbijartinê da. Zêdetirî 101 mîlyon mirovên din di heftîyên dawî da dengên pêşwext dabûn, hinekî jî, jiber pandemîya vîrûsa koronayê, wan nedixwastin digel kesên din rûbirû bimînin.

Bi giranîya dengdana pêşdemt, jimartina giştî ya 2020an, li gor hinek dibetîyan, dikare bigihîje rekora Amerîkî yên 150 mîlyon an jî zêdetir. Lê li gor cûrbecûr qanûnên eyaletan ku kontrola jimartina dikin dibe ku encama hilbijartinê bi rojan neyê zanîn.

Lêpirsînên netewî bi heftîyan Biden nêzîkî 7 -8 poîntên sedekî pêşîya Trump nîşan dida, lê tenê bi qasî nîvê wê marjê anjî kêmtir li eyaletên milmilanê ser heyî dibe ku encamê dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG