Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Girtina Karmendê Xwe li Stenbolê Xembar E


Balyozxaneya Amerîkî li Tirkîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew bi girtina karmendekî xwecîhî yê konsulxaneya Amerîkî li Stenbolê di xemeke kûr de ye.

“Bi bawerîya me hemî îdiayên heyî bi tevahî bêbingeh in. Em nerazîbûna xwe hember jêderên hikûmetê, ku agahîyên derbarê doza hember karmendê me digehînin medya û dibin sedem ku karmendê me ne li dadgehê, lê di ragihandinê de were darizandina.”

Li gor raportên medya Tirkî, karmendê bi navê M.T., bi pûçkirina serwerîya qanûna bingehînî û ladana hikûmeta Tirkîyê tê sucdar kirin û qaşo peywendîya wî bi Fethullah Gulen re jî heye.

Hikûmeta Enqerê Gulen wek plankarê hewila darbeya leşkerî ya sala borî dibîne û daxwaza teslîmkirina wî ji Amerîka dike.

XS
SM
MD
LG