Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dunford: Amerîka li Rêkên Nû Digere ku Hebûna Leşkerî li Yunanistanê Xurt Bike


Dunford û Apostolakis
Dunford û Apostolakis

Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîka General Joe Dunford got ku ew gelek dilgeş e ku rewşa herêma Rojhilata Derya Sipî ji çavê Yunanistanê bibînin û hebûna xweya leşkerî li wî welatî xurtir bikin.

“Amerîka li rêkên nû digere ku hebûna xwe ya leşkerî li Yunanistanê berfireh bike, firok û keştîyên xwe zêde bike û pirtir hîndarîyên leşkerî yên hevbeş pêk bîne”.

Dunford bi hazirbûna Serokerkanê Yunanistanê, Amîral Evangelos Apostolakis li Atîna ji nûçegîhanan re got ku peywendîyên dualî ya her du hevalendên NATO di asteke pir baş de ye.

Dunford û Apostolakis di hevdîtinê de rewşa herêma Balkanan, Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur jî gotûbêj kirin.

“Dema mirov li rewşa kêşebar ya Lîbya, şerê naxweyî yê Sûrîyê û rewşa operasyonên li Rojhilata Derya Sipî binêre, baş dibîne ku erdnîgarîya Yunanistanê derfetên gelek girîng pêşkêş dike,” Dunford got.

Dunford bi berdewamî dîyar kir ku karanîna bingehên Yunanistanê ne girêdayî têkîlîyên Amerîka ya bi Tiurkîyê re ye û ew çaverê dikin ku di demên pêş de jî Bingeha Esmanî ya Încîrlîkê bi kar bînin.

Tevî gotinên Dunford, tê zanîn ku peywendîyên Amerîka û Tirkîyê di rewşeke xirab de derbaz dibin û vê gavê krîzeke kûr di navbera her du alîyan de heye.

XS
SM
MD
LG