Wezareta Derve ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku divê Îran keştîya ku li Kendavê dest danîye ser û karmendên wê demûdest berde.
“Welatên Yekbûyî kiryarên êrîşkar yên Nobedarên Şoreşa Îranê şermezar dike ku dest danîye ser keştîyeke nefthilgir û karmendên wê.”
Daxuyanîya wezareta derve bi berdewamî got ku divê Îran dawî li kiryarên wî rengî bîne û keştî û karmendên wê ya desteserkirî berde.