Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Mackenzie: Dibe ku Me Droneke Din ya Îranî Anîye Xwarê


Hêzên deryayî yên Amerîkî li Tengava Hurmuzê (Arşîv)
Hêzên deryayî yên Amerîkî li Tengava Hurmuzê (Arşîv)

Karbidestekî Amerîkî, ku nexwest navê wî eşkere be, îro Sêşemê ji Reutersê re got ku pêkan e ku hêzên wan li Tengava Hurmuzê firkoeke din ya Îranî anîba xwarê.

Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) General Kenneth Mackenzie jî îro ji televîzyona CBS News re got ku îhtîmal e wan droneke din ya Îranî anîba xwarê.

“Em piştrast in ku me firokeke Îranî ger kiriye…lê dibe ku ya duyê jî hebe,” Mackenzie got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump ji peymana navokî ya navnetewî ya ligel Îranê vekişîbû û biryara jinûve anîna toleyên dijî Îranê dabû.

Trump di demên dawî de, li ser peymana navokî û kêşeyên din yên ewlehî, bi eşkereyî qala danûstandinên bi Îranê re dikir, Tehranê digot heta ku tole ranebin, danûstandin jî pêk nayên.

XS
SM
MD
LG