Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî 5 Îranîyan Toleyên Aborî yên Nû Radigihîne


Rêvebirîya Amerîka îro Sêşemê cezayên nû li ser 5 hemwelatîyên Îranê ragihand, bi sedema ku wan ji serhildayên Husî yên li Yemenê çek û pisporî dane.

Amerîka dibêje ku ew çek û pisporî bona êrîşên mûşekî yên dijî bajar û binsazîyên Erebistana Saudî hatine xebitandin.

Wezareta Xezîne ya Amerîkî ragihand ku kesên ku ketina lîsta cezakirinê Mehdî Azarpişeh, Mihemed Caferî, Mahmud Kazimabad, Cevad Şir Emîn û Seyîd Mihemed Tehranî ne.

Wezareta Xezîne dîyar kir ku 4 kes bi rêka Nobedarên Şoreşê (Pasdaran) hevkarî bi Husîyan kirine û Tehranî jî ew fînans kirine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Duşemê gefan li dijî Îranê kiribû û gotibû ku ew dikarin toleyên nû li ser Îranê ragihînin.

Wî gotibû ku ger rêberên Îranê sîyaseta navxweyî û derveyî neguherînin, ewê girantirîn toleyên aborî yên dijî Îranê ragihînin.

Pompeo al kişandibû ku sistkirina toleyên ser Îranê, tenê piştî guherîna sîyaseta Îranê pêkan dibe.

Wî herwiha gotibû ku Amerîka wê kesên ku bi Îranê bazirganî û karsazî dikin, bê ceza nehêle.

XS
SM
MD
LG