Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Helîkopterekê de Endamekî Leşkerîya Amerîkî li Îraqê Hate Kuştin


Leşkerên Amerîkî li Îraqê
Leşkerên Amerîkî li Îraqê

Koalîsyona dijî DAIŞ'ê ragihand ku endamekî leşkerîya Amerîkî, di encama ketina helîkopterekê de derengîya şeva Yekşemê li Îraqê hate kuştin.

Koalîsyonê da zanîn ku di ketina helîkopterê de ku jinp operasyonên dijî terorê li esmanê bû, jimareke leşkerên din jî birîndar bûn.

“Hemê personel, demûdest piştî bûyerê ji nav helîkopterê hatin derxistin û 3 ji wan bona dermankirinê ji nexweşxanê re hatin veguhastin.

Daxuyanîya koalîsyonê zelal nekir ku Katina helîkopterê en encama êrîşekê de çêbûye yan pirsgirêke teknîkî bûye sedema wê, lê da zanîn ku lêpirsîn didome.

XS
SM
MD
LG