Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Hemwelatîyên Tirkîyê Xizmetên Sînorkirî ya Vîzayan Jinûve Destpê Dike


Balyozxaneya Amerîkî li Enqerê (Arşîv)
Balyozxaneya Amerîkî li Enqerê (Arşîv)

Balyozxaneya Amerîka li Tirkîyê dibêje ku ew prosesa daxwazên vîza yên hemwelatîyên Tirkîyê, li ser hin “bingehên sînordar” berdewam dike.

Balyozxanê domkirina vîzayan îro Duşemê, rojekê berî serdana serokwezîrê Tirkîyê Binalî Yildirim ya Amerîka ragihand.

Tê pêşbînî kirin ku kombûna Yildirim ya ligel Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence li ser başkirina pêywendîyên her du welatan e, ku di van demên dawî de aloztir bûne.

Enqerê meha borî karmendekî Tirk yê konsulxaneya Amerîka li Stenbolê girtibû û Washingtonê jî wek bersîvdanê, pêşkêşkirina xizmetên vîzayan ji hemwelatîyên Tirkîyê re sekinadibû.

Tirkîyê jî, ji alîyê xwe ve vîzayên ji hemwelatîyên Amerîkî re rawestandibû.

XS
SM
MD
LG