Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tixûbê Amerîka bi Meksîko û Kanada re Wê Heta 21ê Mijdarê Girtî Bimîne


Wezareta Ewlehîya Navxweyî ya Amerîka îro Duşemê ragihand ku tixubê bejeyî ya bi Kanada û Meksîko re heta 21’ê meha yanzdeh, Mijdarê ji rêwîtîya ne bingehîn re girtî bimîne.

“Jibo lîmîtkirina belavbûna COVID, Amerîka Meksîko û Kanada wê sînordarkirina hatin, çûna ne bingehîn ya heyî heta 21’ê Mijdarê dirêj bikin. Em bi Meksîko û Kanada re ji nêzîk ve dixebitin ku sînordarkirinan di sibêrojeke nêzîk de sist bikin û piştgirîya civakên xwe bikin,” Chad Wolf, Wezîrê Ewlehîya Navxweyî ya Amerîka ji ser Twitterê got.

Biryara dirêjkirina qedexeyê di vê demê de tê ku Amerîka careke din hejmarên bilind yên pêketinên rojane yên korona radigihîne.

XS
SM
MD
LG