Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwekuştinên di Nava Leşkerîya Amerîkî de % 15 Pirtir Bûye


Ajansa AP ji zarê karbidestên Pentagonê ragihand ku hejmara bûyerên xwekuştinê di nav leşkerîya Amerîkî de, li gor sala borî % 15 pirtir bûye.

Li gor pêzanînên ku îro hatine weşandin, di sala borî de 580 û sala pêştir jî 504 xwekuştin qewimîn.

Di nava Zerevanîya Netewî ya Artêşê (Army National Guard) rêjeya xwekuştinê % 35 bilindtir bû û ji 76 ya sala 2019an, sala çûyî giheştîye 103 bûyeran.

Dîsa, di nava kesên ku bi aktîfî di nava hêza Artêşê leşkerîya Amerîkî de dixebitin de jî rêjeya xwekuştinan % 20 bilind bûye.

Bilindbûna rêjeya xwekuştinan di nava leşkerîya Amerîkî de ji mêjve pirsgirekeke mezin e û rêberên leşkerî hewil didin ku sedemên wê yekê ronî bikin.

XS
SM
MD
LG