Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Amerîka Giwaştinê Ser Rûsya Dike ku Agirbesteke Nû li Sûrîyê Pêk Were


Li gor AFP, Amerîka îro Pêncşemê hişyarî dide Moskowê ku êdî sebra wê kêm dibe û giwaştinê li ser wê dike ku berî pêkanîna gera nû ya danûstandinên Cenevrê “lihevkirineke rastîn ya sekinandina neyartîyan” li Sûrîyê pêk were.

Medya Rûsî radigihîne ku wezîrên derve yên her du alîyên, ku di şerê Sûrî de dijberên hev in, li Cenevrê bi awayekî kesane bicivin û bo agirbestekê bixebitin.

Lê, heta niha Washingtonê kombûneke wiha ya rûbirû piştrast nekiriye û berdevkekî wezaret derve ragihand ku danûstandin hîn berdewam dikin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Ash Carter jî ji radyo BBC re got ku "hîn rêyeke dirêj heye” ku rêkeftineke dawîn pêk were.

XS
SM
MD
LG