Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Rûsya Hewil Dide Karê Pisporên NY li Sûrîyê Dijwartir Bike


Bajarokê Dûma

Wezareta Derve ya Amerîka îro Rûsya tawanbar dike ku hewil daye vekolîna karanîna çekên kîmyayî ya Neteweyên Yekbûyî asteng bike.

Wezareta Derve dibêje ku Rûsya prosesa pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) dijwartir dike ku ew nikarin karê xwe bikin.

"Rûs wiha dikin jiber ku ew peyvajo çiqas dirêj be, îhtîmal zêde dibe ku madeyên kîmyayî li cîhê bûyerê dikarin hinda bin," Berdevka Wezareta Derve Heather Nauert ji televîzyona Alhurra re got.

Pisporên OPCW roja Şemîyê giheştin Sûrîyê, lê wan heta niha nikarîn biçûna bajarokê Dûma û dest bi karê xwe bikirana.

Karbidestekî Rûsî ragihand ku li ber e şandeya OPCW roja Çarşemê here Dûma ya li rojhilata Şamê.

XS
SM
MD
LG