Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got ku wî nîşanên pêşketinan di danûstandinên navbera Rûsya û Ukrayna de nedîtine.
Danûstandinên doh Sêşemê li Stenbolê bi dawî hatin û her du alî tekezî li ser girîngîya gotûbêjan kir û amadebûna jibo lihevkirinê nîşan dan.
Wezareta Berevanîya Amerîka, Pentagonê got ku Rûsya cîhê hejmareke biçûk ya hêzên xwe li nêzîkî Kîev guhertine, lê ew nehatine dûrxistin û paşde venekişîne.
“Dibe ku Rûsya xwe jibo êrîşeke mezin li cîhekî din yê li Ukrayna amade dike,” Pentagonê got.
Rûsya soz dabû kû operasyonên xwe yên leşkerî li dorûberên Kîev û bajarekî din kêm bike, lê karbidestên Amerîkî bi guman in.