Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Toleyên Nû Datîne Ser Kes û Kompanîyên Rûsan


Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Duşemê toleyên nû dana ser sê hemwelatîyên Rûsî û pênc kompanîyan, bi sedema ku wan bi îstixbarata Rûsî re hevkarî kirine û dijî Amerîka û hevalbendên wê êrîşên înternetî pêk anîne.

“Kes û kompanîyên ku îro ketine lîsta toleyan, rastexwe alîkarî dane îstîxbarata Rûsî FSB ku kanînên êrîşên înternetî xurtir bikin û bi wî awayî ewlehî û parastina Amerîka û hevelbendên wê xistine bin xeterîyê,” Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven T. Mnuchin got.

Bi vê biryarê, hikûmeta Amerîka dikare dest deyne ser hemî mal û mulkên wan yên li Amerîka.

Wezaretê bi bîr xist ku vîrusa NotPetya ku sala çûyî li seranser Ewrupa, Asya û parzemîna Amerîka belav bûbû û zarareke mezin dabû bi hezaran kompîteran.

XS
SM
MD
LG