Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Rûsya li Sûrîyê Bingeheke Leşkerî Ava Dike


Fotoyên Beşar Esad û Vladimir Putin li ser makîneyeke li Lazqîyê
Fotoyên Beşar Esad û Vladimir Putin li ser makîneyeke li Lazqîyê

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê piştrast dike ku Rûsya li Sûrîyê bingeheke leşkerî ya esmanî ava dike.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis do Duşemê got ku liv û tevgera personel û alavên Rûsî li devereke nêzîkî Lazqîya heye û ew jî nîşan e ku bingehek li wê derê tê ava kirin.

Ajansên ragihandinê yên Rojavayî jî ji zarên karbidestên Amerîkî ragihand ku Rûsyayê top û heft tankên T-90 şandine firîngeheke nêzîkî Lazqîya.

Pentagonê hefteya borî jî gotibû ku Rûsya 200 karmendên hêzên deryayî û xanîyên seyar yên bo 1500 kesan û herwiha çekên curbicur şandine Sûrîyê.

Balyozê Sûrîyê li Rûsya Riad Haddad ser raportên ser hebûna hêzên Rûsî li wî welatî wek “derew” nav kir.

XS
SM
MD
LG