Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze ji Peymana Navokî ya ligel Rûsya Vekişe, Moskow Benda Ronkirinê Ye


Qesira Kremlîn îro Duşemê xema xwe dîyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump dixwaze Amerîka ji peymaneke girîng ya serdema Şerê Sar ya bi Rûsya vekişîne.

Kremlîn dibêje ku biryara kişandina Amerîka ji rêketinê, dikare cîhanê bike cîhekî xetertir.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji nûçegîhanan re got ku Rûsya peyman binpê nekiriye.

“Ger Amerîka muşekên nû ava bike, hîngê emê jî neçar bin ku bi heman awayî bikin.”

Peskov got ku karbidestên Rûsî di hevdîtina ligel şêwirmendê ewlekarîya netewî ya Amerîka John Bolton de, dixwazin ku li ser Peymana Hêzên Navokî yên Menzîla Navîn (Intermediate-Range Nuclear Forces Treaty) agahî wergirin.

Bolton li ber e ku îro bi Serokê Rûsî Vladimir Putin û Wezîrê Derve Sergey Lavrov re bicive.

Trump di dema dawî de Rûsya tawanbar kiribû ku li dijî mercên peymanê muşekên navokî ava dike û wan diceribîne.

Peymana Hêzên Navokî yên Menzîla Navîn qedexe dike ku Amerîka û Rûsya çekên navokî ava bikin û wan biceribînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê berê yê Amerîkî Ronald Reagan û serokê berê yê Yekîtîya Sovyetê Mikhail Gorbachev di sala 1987'an de ew peyman li Qesira Sipî îmza kiribû.

XS
SM
MD
LG