Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Toleyên Nû li Dijî Çend Kesayatîyên Sûrî Hat Ragihandin


Îro Wezîrê Dervêyê Amerîka Mike Pompeo di salvegera erîşa li diji xêlkê Armanaz ya Sûrîyê daxûyanîyek parve kir.

Di daxûyanîye de hat nivisandin ku sê sal berê Hêzên Beşar El Esed, bi piştevanîya Rûsyayê, di 29ê meha Îlonê de erîşê bajarokê Armanaz ya Surî kirin ku encama wê de herî kemî 34 xelkê sîvîl hatin kuştin. Di vê demê vir ve, di seranserî Sûrîyê de, hezên Esad dibistan, nexweşxane, û bazaran xwe kiriyê armanç. Heta niha, çendin mîrov jiyana xwe wînda kirin li Sûrîyê de, ji ber ku Esad dixwaze bi dagirkerîya leşkerî xêlkê xwe têk bibe.

Daxûyanîyê de hat gotin ku Amerîka di salvêgera erîşa li diji Armanazê de, li dijî kiryarên Esad, 17 tolêyên nû radigîhîne. Ew tolêyan di çarçoveya yasêya di sala 2019an ya parastina sîvîlen Sûrî tên ragihandin. Li gor we tolêyên nû de, fermandarê Leşkerîya Sûrî Mîlad Jedîd ji ber tevlîbuna we erîşê de û her wiha ji ber peşîgirtina agirbestê hat tawanbar kirin.

Ji bilî fermandarê Surî, xûşkên Yasser Ibrahîm ku aligirê fînansî yê Esade, Nasreen Ibrahim û Rana Ibrahim ji ketin di lîsta ya tolêyan. Hejayî gotinêyê ku tewî ku bi mîlyonan hemwelatîyên Surî di rewşekê pir xeter de û di birçîbûnê de dijin, malbata Ibrahîm hewl didin ku Esad û malbata hevjînê wî Esma El Akhras li ser ekonomîya Sûrîyê de biheztir bibin.

Di daxûyanîyê de hat gotin ku tolêyên Amerîkî karên mirovahîyê li dervê dehêlê û Amerîka hewldanên alikarîya mirovahîye xwe nadike armanç ku Amerîka wê hewldanên xwe bo alîkarîya xelkê Sûrî bidomîne.

Di çarçovêya alîkarîyê de, di 24ê Îlonê de, $ 720 milyar dolar ji bo alikarîya Sûrîye hat ragihandin. Hejayî gotinêyê ku ji despêka şera naxweyî ya Sûrî vir ve, Amerîka bi $12 trîlyon dolaran alîkarîya mirovahîyê şandîye bo xelkê Surî.

XS
SM
MD
LG