Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr: Pyongyang Daxwaza Paşxistina Danûstandinên ligel Amerîka Kir


Mike Pompeo û Kim Yong Chol (Arşîv)
Mike Pompeo û Kim Yong Chol (Arşîv)

Koreya Başûr dibêje ku Pyongyangê paşxistina danûstandinên astabilind yên bi Amerîka re xwest ku li ber bû îro Pêncşemê li New Yorkê bihatana kirin.

Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Kang Kyuang-wha li paytext Seulê ji nûçegîhanan re got ku Washingtonê ew jî daxwaza Pyongyangê ya paşxistina civînê agahdar kirin.

Li ber bû ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro bi Kim Yong Chol, şîretvanê bilind yê rêberê Koreya Bakurî kom be û peymana havîna borî pêşve bibe da ku Koreya Bakur dest ji programa çekên navokî berde.

Qesira Sipî roja Çarşemê gotibû ku jibo dawîkirina peymana navokî hîn gelek dem heye û ne hewce ye were lezandin.

XS
SM
MD
LG