Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona li Herêmên Başûr yên Amerîka bi Lezî Belav Dibe


Texas beach covid

Zanîngeha Johns Hopkinsê dîyar kir ku li Amerîka, di 24 saetan dawî de 35,900 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Ew hejmar ji meha Nîsanê vir ve hejmara herî bilind e ku di 24’ê mehê de 36,400 tûşbûn hatibûn tomar kirin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka nêzî 2,400,000 kes bi vîrusa korona ketine û 121,979 kes bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Agahî raber dikin ku bi taybetî li eyaletên li başûrê Amerîka belavbûna vîrusa korona zêde bûye.

Ji destpêka pandemîya vîrusa korona vir ve herî zêde li Teksas û Arizona pêketîyên nû têne dîtin.

Pisporên saxlemîyê dibêjin ku xêncî faktorên din, jiber ku tedbîr zû hatine sist kirin korona li wan eyaletan belavtir dibe.

Walîyê Houston ya Teksasê Sylvester Turner ji rojnameya New York Times re da zanîn ku rêjeye tijîbûna nexweşxaneyan 97 ji sedê ye.

‘’Ez bi awayekî pir cidî dibînim ku em di rêyeke şaş de, bi awayekî bi lez diherin,’’ Turner got.

New York, New Jersey, Connecticut biryar dabûn ku divê kesên ji Alabama, Arkansas, Arizona, Florida, Carolina Başûr û Teksas tên, du heftey di bin karantînaya mecbûrî de bimînin.

XS
SM
MD
LG