Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka PiştgirîyaXwe bo Operasyona Azadkirina Ramadî Dubare Dike


Hêzên Îraqî û mîlîsên Şîa li dervayê Felluce şerê DAIŞ dikin
Hêzên Îraqî û mîlîsên Şîa li dervayê Felluce şerê DAIŞ dikin

Serokê Amerîka Barack Obama careke din piştrast dike ku rêvebirîya wî dê piştgirî bide Serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî û biryara wî ya jinûve kontrolkirina bajarê Ramadî.

Hevdem, hêzên Îraqî û mîlîsên Şîa li dervayê wî bajarî civîne ku dest bi operasyona kontrolkirina Ramadî bikin.

Hêzên Îraqî û mîlîsên Şîa karîbûn bajarê Tîkrît jî destê DAIŞê derxînin, lê Berdevkê Pentagon Colonel Steve Warren do Seşemê got ku azadkirina Ramadî ji Tîkrîtê dijwartir be.

Colonel Warren bal kişand ku hêzên Îraqî dema ji Ramadî revîn, gelek çekên Amerîkî li paş xwe hêlane û ew yek jî azadkirina bajêr çetintir dike.

Mîlîtanên DAIŞ roja Yekşemê, piştî şerên çend rojan, bajarê Ramadî kontrol kiribû. Karbidestên Îraqî ragihandibû 500 kes di encama şer de li wî bajarî hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG