Nûnerê Taybet yê Amerîka bo Sûrîyê yê James Jeffrey li Enqerê herî dawî bi Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Îbrahîm Kalin re civîya.
Di vê civînê de mijara Sûrîyê bi tevahî hate nirxandin. Di van hevdîtinan de qewimandinên Îdlibê, herêma ewle, sazkirina komîsyona zagona bingehîn û rewşa PYD'ê û YPG'ê hatin gotûbêj kirin.
Çend roj berê di navbera rayedarên Amerîkayê yên leşkerî û YPG’yê de hin hevdîtin hatibû çêkirin û Tirkîyê nerazîbûnên xwe ji Jeffrey re ragihandibûn.
Jeffrey berê jî bi Wezîrê Karên Der û Wezîrê Bergirî yê Tirkîyê re hevdîtin çêkiribûn.
Dr. Vahap Coşkun dibêje ku ev hevdîtin çiqas girîng bin jî, lihevkirineke giştî derneketiye.
“Kêşeya Sûrî û bi taybet jî mijara Rojava piralî ye. Jibo vê jî divê qayilbûnên ser herêma ewle, komîsyona makezagonê, tunekirina DAEŞ’ê û Îdlibê hebin.”
Coşkun, di pirsgirêka Rojava de nêzîkbûna Tirkîyê rexne dike û dibêje ku di vî warî de ne pêşnîyarek, ne jî jibo çereserîyê hewildaneke Tirîyê heye.
“Tirkîye van babetana bi Amerîka re gotûbêj dike, lê heta niha li Sûrîyê ser mijara Kurdan çareserîyek yan jî polîtîkayeke erênê dîyar nekirîye. Mijara Rojava tenê bi nêzîkbûna ewlehî çareser nabe û Amerîka û Rusya jî rê nadin Tirkîyê. Jibo vê jî divê ku Tirkîye sîyaseteke nû ya erênî û dîtbar dîyar bike.”