Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Ger Tirkîye S-400 Bikire Emê Hizra Danana Toleyên Nû Bikin


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert got ku ger hevalbendeke wan wek Tirkîyê, sîstema berevanî ya Rûsî bikire, ewê hizra danana toleyan li hember wê bikin.

Xanim Nauert bal kişand ku reng e Welatên Yekbûyî yên Amerîka pirtir tole deyne ser Tirkîyê. Wê hişyarî da endamên din yên NATO ku ger ew jî wek Tirkîyê bikin, bo wan jî toleyên heman rengî dikarin werin danan.

"Li dijî rêbaza me ye ku hevalbendên NATO yên wek Tirkîyê sîstema S-400 bi kar bîn. Pirsgirêka wê sîstemê ew e ku bi sîstemên din yên NATO ne re bi başî kar nake. Loma em dijî wê yekê ne ku hin hevkar û hevalbendên me li seranser cîhanê sîstema S-400 bikirin."

Peywendîya Amerîka û Tirkîyê di demên dawî de gelek xirab bûye û taybetî dîlgirtina qeşe Andrew Brunson bûye sedema krîzeke kûr.

Hin raportên medyayî ragihand ku Amerîka gefan li Tirkîyê kiriye ku ger Enqere S-400 bikire, ewê kontrata firotina firokên şerker yên F-35 betal bike.

Rûsya berî çend rojan ragihandibû ku ewê di nav sala 2019’an de, saleke berî dema plankirî, sîstema S-400 raberî Tirkîyê bike.

XS
SM
MD
LG