Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Careke Din Hişyarî Dide Tirkîyê ku S-400'an Nekire


Balyoza Amerîkî yê li navenda NATO li Brukselê, Kay Bailey Hutchison îro Sêşemê got ku ger Tirkîye dest ji kirîna sîstema berevanî ya Rûsî bernede, Amerîka dê firîna firokên F-35 ji alîyê artêşa Tirkîyê ve rawestine.

“Tiştên ku xutya dikin, ji me re dibêjin ku Rûsya dê sîstema S-400an bigehîne Tirkîyê û bêguman ew yek dê encamên neyênî bi xwe bîne,” wê li Brukselê ji peyamhinêran re got.

Xanim Kay herwiha got ku ger kirîna S-400an pêk were, Tirkîyê wê nema bikaribe di programa pêşvebirina F-35'an de cîh bigire.

“Ewê ji programa sîstema F-35 werin derxistin jiber ku em nikarin bihêlin ku sîstema Rûsî bandorên neyênî ser F-35'an çêkin û sîstema me têk bibin.”

Washingtonê heta 31’ê Tîrmehê dem dabû Enqerê ku kirîna mûşekan bisekinîne yan rûbirûyê toleyên nû yên aborî, leşkerî û sîyasî bimîne.

Amerîka dibêje ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATO re bi başî kar nake, loma ew dijber in ku hin hevkar û hevalbendên wê sîstema S-400 bikirin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu roja Duşemê gotibû ku ew ji toleyên Amerîkî yên beramber kirîna sîstema berevanî ya Rûsî natirse.

“Çi bibe bila bibe û çi tole deynin, me S-400 kirîne. Em niha ser dema teslîmgirtina sîstemê dixebitin,” Cavusoglu li Enqerê gotibû.

Amerîka dijî kirîna Tirkîyê ya mûşekên S-400 ya Rûsî ye, bi sedema ku ew system jibo firokên F-35 xeter e, lê Tirkîyê îdia dike ku kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya wê ye û ti metirsî li ser welatekî din çênake.

XS
SM
MD
LG