Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington jiber Kirîna S-400'an Hember Enqerê Toleyên Nû Radigihîne


Parçeyên S-400 digihejin Tirkîyê (Tîrmeh 12, 2019.
Parçeyên S-400 digihejin Tirkîyê (Tîrmeh 12, 2019.

Wezareta Xezîne ya Amerîkî îro Duşemê ragihand ku bi sedema kirîna S-400'an ya sîstema berevanî ya Rûsî, toleyên nû li hember Tirkîyê hatine danîn.

Reutersê ji zarê wezaretê ragihand ku dijî sazîya endustrîya berevanîyê, serokê wê Îsmaîl Demîr û sê karmendên din tole hatine danîn ku Tirkîyê jibo kirîna çekên Rûsî were ceza kirin.

Pispor pêşbînî dikin ku bi vê biryara Amerîkî aborîya Tirkîyê ku bi panedemîya vîrusa korona xirabtir bûye, hîn jî xirabtir be.

Amerîka bawer dike ku S-400 ser sîstema berevanî ya NATO'yê xeterîyeke mezin e.

Washingtonê sala borî jî jiber biryara Tirkîyê ya kirîna çekên Rûsî Enqere ji programa hevbeş ya F-35 derxistibû û gefa toleyên nû li dijî wî welatî kiribû.

XS
SM
MD
LG