Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Brîtanya, Êrîşvanên bi Piştgirîya Rûsya ji Êrîşên Înternetî Sûcbar Dikin


Kompîtereke li Ukrayna ku tûşî vîrusa NotPetya bûye
Kompîtereke li Ukrayna ku tûşî vîrusa NotPetya bûye

Amerîka û Brîtanya îro îdia kir ku êrîşvanên ser înternetê yên bi piştgirîya Rûsya, gelek kompîterên seranser cîhanê hek kirine.

Amerîka û Brîtanya dibêjin ku hekirên ser bi Rûsya, di bizaveke berfireh de dijî sazîyên fermî, şîrketên karsazî û binsazîyên gîrîng yên curbicur de gelek êrîş pêk anîne.

Karbidestên Amerîka û Brîtanya ji Reutersê re got ku ew plana afirandina sîstemeke hişyarîkirinê ya hevbeş dikin ku rê li ber êrîşên hember binsazîya girîng ya întetnetê bigire.

“Dema me êrîşên gumanbar dît, çi ji Kremlînê çi ji cîhên din were, emê bersîvdanê bidin,” Rob Joyce, kordînatorê ewlekarîya înternetî ya Qesra Sipî got.

Rêvebirîya Amerîka di meha Şubatê de hikûmeta Rûsî jiber saybirêrîşa ‘NotPetya’ ya hêzdar ya sala 2017’an sûcbar kiribû.

Qesra Sipî, ligel hikûmeta Brîtanî, Rûsya şermezar kiribû ku bi belavkirina vîruseke wêranker binsazîya Ukrayna hilweşandibû û li seranser cîhanê zîyan dabûn gelek kompîter cîhanê.

XS
SM
MD
LG