Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Hewil Dide ku NY Dengdanê Ser Toleyên Nû yên Dijî Pyongyangê Bike


Dîplomatên Amerîkî îro Înê ji Reutersê re dibêjin ku ew armanc dikin ki Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî sibe Şemî dengdanê li ser danana toleyên nû li hember Koreya Bakur bike.

Ceribandina muşekên balîstîk ya Pyongyang ya meha borî, rastî nerazîbûna xurt ya Amerîka û civata navnetewî hatibû, piştî ku Koreya Bakur ragihandibû ku muşeka nû dikare bigiheje Washingtonê.

Dîplomatên Amerîkî dibêjin ku ew îro kopîyeke bernivîsa pêşnîyara cezakirina Koreya Bakur, ji hemî 115 endamên Civata Ewlekarî re belav dikin ku çavdêr dibêjin reng e hevalbenda Koreya Bakur, Çîn jî piştgirî dide wê hewlê.

Li gor rêziknameya Neteweyên Yekbûyî, bo pejirandina pêşnîyarekê dive neh dengên piştevan hebin û dive ji alîyê Amerîka, Çîn, Rûsya, Fransa û Brîtanya ve neyê veto kirin.

Amerîka û Çîn seranser meha borî li ser bernivîsa toleyên nû gotûbêj meşandin û pir caran ew li ser navêrokê Ii hev dikin, berî ku pêşnîyar were pêş endamên din yên Civata Ewlehî.

XS
SM
MD
LG