Lînkên eksesibilîtî

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku îro Pêncşemê Dîrektora Giştî ya Rêxistina Çandî, Zanistî û Perwerdeyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), Irina Bokova agahdar kir ku Amerîka wê ji endamtîya wê rêxistinê derkeve û daxwaza danana mîsyona çavder vekişîne.

“Ev biryar bi hêsanî nehat girtin û ew fikarên zêdebûyî yên Amerîkî yên derbarê UNESCO de nîşan dide ku pêdivîya reformkirina rêxisitinê û pêşhikûmên dijî Îsraîlê ji nav wan fikaran in.”

Daxuyanî dide zanîn ku Welatên Yekbûyî ji Dîrektora Giştî re dîyar kir ku ew dixwaze peywendîya wê bi UNESCO re, wek çavdêreke ne-endam bidome da ku Amerîka bikaribe nêrîn û pêşnîyarên xwe yên derbarê mijarên girîng bigehîne UNESCO. Babetên wek parastina mîrasa cîhanî, xurtkirina azadîya ragihandinê û pêşvebirina hevkarîya zanistî û perwerdeyî.

Hêjayî balkişadinê ye ku li gor Xana II(6) ya Destûra UNESCO, vekişîna Amerîka dê 31'ê Berfanbara 2018'an de têkeve jîyanê û heta wê demê Amerîka de wek endama UNESCO bimîne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG