Amerîka ragihand ku dijî serxwebûna Katalonya alîgirê hikûmeta Îspanya ye.
Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku Katalonya parçeyeke Îspanya ye.
‘’Amerîka piştgirîyê dide gavên Îspanya ya bo yekbûn û parastina hêza wî welatî,’’ Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, Heather Nauert da zanîn.
Serokê Amerîka Donald Trump meha borî gotibû ku divê Îspanya parçe nebe û gotibû ku biryara veqetînê ya rêvebirîya herêmî ya Katalonya ‘’bêmane’’ ye.