Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniya Amerîka Û 11 Welatên Cîhanê Derbarê Hilbijartinên Pêşwext li Îraqê


Îro Çarşemê daxuyaniyeke hevbeş ya Amerîka û welatên din yên cihanê derbarê hilbijartinên pêşwext yên li Îraqê ku roja Yekşema li pêşiya me 10ê Oktoberê dê pêk bên weşand.

Daxyuaniya hevbeş ji aliyê hikûmetên Austuralya, Kanada, Denîmark, Finlanda, Almanya, Îtalya, Holanda, New Zealand, Norvec, Swêd, Brîtanya û Amerîka derketîye.

Daxuyanî, di malpera fermî ya Wezareta Derve ya Amerîka de hatiye weşandin.

Wezîrên Derve yên van welatan pêşwaziyê li Komsiyona Serbixwe ya Hilbiarjtinan dike li Îraqê jibo amadekariyên hilbijartinên 10ê Oktoberê.

Daxuyanî dibêje, ev hilbijartinên pêşwext, delîveke jibo dengderên Îraqî ku biryarê li ser siberoja xwe bidin bi şêweke demokratî.

Daxuyanî dibêje, em girîngiya vê kêliyê di dîroka Iraqê de nas dikin. Li ser daxwazên gelên Iraqî, çavkaniyên girîng ji bo piştgiriya hilbijartinên azad û dadmend hatine seferber kirin.

Di Gulana 2020'an de, Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (UN) daxwaza alîkariya jibo hilbijartinê ya misyona (UNAMI) li Îraqê zêde kir.

Di encamê de mîsyona alîkariya hilbijartinê ya UNAMI, ku ji bo piştgirîkirina IHEC -ê hatî wezîfedarkirin, di cîhanê de ya herî mezin e, bi pênc qat ji alîkariya NY ya hilbijartinên 2018'an de zêde kir.

Di dawiya 2020'an de, Iraqî li dora wê ramanê kom bûn ku çavdêrîkirina navneteweyî ji bo rewatiya hilbijartinê mercek pêşîne.

Li gorî vê yekê, Hikûmeta Iraqê daxwazek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. Di 27ê Gulana 2021'an de, Encumena Ewlehiyê bi yekdengî biryara 2576 pejirand, ku rê dide tîmek çavdêriya hilbijartinê ya UNAMI bike.

Di 21'ê Hezîran, 2021'an de, Yekîtiya Ewrupa şandek çavdêriya hilbijartinê ya pirralî ragihand, ku ji hejmarek girîng ji pisporên welatên endamên Yekîtiya Ewrupî pêk tê. Her du mîsyonan çavdêrên xwe destnîşan kirine. Ev mîsyon nûnertiya hewildanek navneteweyî ya dilpak dikin ji bo bicîhanîna daxwaza Iraqiyan û xurtkirina yekparçebûna hilbijartinê.

Daxyunaî dîsan dibîje, Îraqiyan niha derfet heye ku mafê xwe yê bingehîn ê dengdanê bikar bînin. Em piştgiriyê didin hewildanên hikûmeta Iraqê ji bo dabînkirina rewşek hilbijartinê ya bi ewle, azad, dadmend û giştgîr ji bo hemî Îraqiyan, jin û ciwan jî di nav de, yên ku di lêgerîna çaksaziyê de ev demek dirêje ku bi şîdet û tirsandinê re rû bi rû mane. Bi vî awayî, em piştgiriyê didin hewildanên hikûmeta Îraqî ji bo ku mirovên ji cîh û warên xwe koçber bûne bi ewlehî beşdarî hilbijartinê bibin. Em bang li hemû aliyan dikin ku rêzê li serweriya yasa û destpakiya proseya hilbijartinan bigirin.

XS
SM
MD
LG