Karbidestekî Amerîka gote Dengê Amerîka, ku gera duyem a danustandinên nerasterast ên Amerîka û Îranê li Cinêvê bidawî bûye, di demekê de ku Washington givaşê li rejîma Îranê dike da dawîyê bi armancên xwe yên çekên navokî û çalakîyên din ên xerab bîne.
Di daxuyanîyekê de ku ji Dengê Amerîka re hatiye şandin, karbidestekî Amerîka got, ku hevdîtinên ku roja Sêşemê bi dawî bûn lê tu hûrgilîyên din aşkera nekirin.
Nûnerê Taybet ê Amerîka Steve Witkoff û Şêwirmendê nefermî Jared Kushner serokatîya şandeya Amerîka û wezîrê derve yê Îranê Ebbas Eraqçî serokatîya şandeya rejîma Îranê dikirin.
Di jimareka postên medyaya civakî de, hikumeta Omanê ragihand, ku wezîrê derve yê wê Bedir Albûsaîdî navberî di danustandinan de dikir. Herwiha wî di gera yekema danûstandinên nerasterast ên Amerîka û Îranê de li Mesqetê di 6ê Sibatê de peyam di navbera herdu alîyan de guhartin.
Koşka Sipî yekser bersiva daxwaza Dengê Amerîka li ser encamên danustandinan neda.
Serokê Amerîka Donald Trump roja Duşemê ji rojnamevanan re got, ku rejîma Îranê dixwaze bi Amerîka re peymanekê bike û hêvî kir ku Tehran vê carê "pitîr hişmend" be.
Danustandinên nerasterast yên Amerîka û Îranê yên sala borî bidawî bûn li dema Amerîka û Îsraîlê şerê xweparastinê li dijî gefên navokî û yên mûşekên rejîmê dest pêkir.
Ew şer piştî 12 rojan bi dawî hat, piştî Amerîka digel Îsraîlê navendên çekên navokî yên rejîma Îranê wêran kirin.