Koşka Sipî dibêje ku Îran dê "Gelek hişmend" be ku peymanekê bike û qebûl bike ku siyaseta xwe ya xirab rawestîne, di demekê de ku Washington amadekarîyan bo êrîşên leşkerî yên nû li dijî Tehranê dike.
Artêşa Amerîka di hefteyên dawî de hêz û kelûpelên leşkerî şandine herêmê, tevî ku Amerîka û Îranê du gerên danûstandinên nerasterast lidar xistin ji bo çareserîyeke dîplomatîk.
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt gote rojnamevanan, “Gelek sedem û bihane hene ku kesek dikare bibîne da êrîşekê dijî Îranê bike.”
Leavitt got "serok Trump her tim derbarê Îranê yan jî her welatekî din ê cîhanê de pir zelal bûye, ku diplomatîk her tim bijarke wî ya yekem e, û Îran dê pir hişmend be ku bi serok Trump re peymanekê çê bike."
Herwiha da zanîn ku "serok her tim berjewendîya Amerîka û artêşa me, û gelê Amerîka berçav digire, û ew bi vî awayî biryaran li ser her cûre çalakîyeke leşkerî dide."
Amerîka dibêje, wekî beşek ji rêkeftinekê bi Îranê re, em dixwazin ku çalakîyên çekên navokî yên rejîma Îranê, kuştina xwepêşanderên û bernamê mûşekên balîstîk û terorî li herêmê raweste.